Sedem û nîşaneyên demê yên lihevkirina leşkerî ya Îran û hikumeta Sûriyê

Di demekê de ku Îsraîl nuqteyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê dike hedef, Îran û hikumeta Sûriyê piştî çend rojan ji civîna "Garantorên Astanayê" peymaneke leşkerî ji bo pêşxistina pergala parastina asîmanî ya Sûriyê îmze kirin. Gelo ev peyman çi wateyê dide û nîşaneyên di vê demê de çi ne?

Piştî îmzekirina peymanê, wezîrê parastinê yê Sûriyê Elî Abdullah Eyûb û serokê hêzên çekdar ên Îranê lîwa Mihemed Baqirî civînek li Şamê li dar xist ku tê de peyman ragihand.

Kanala Îranê  ya fermî li ser zimanê Baqirî wiha ragihand: " Ji bo başkirina tevkariya leşkerî di navbera herdu welatan de, em ê pergala parastinê ya asîmanî ya Sûriyê xurt bikin. Ev peyman dê îradeya me ya li hemberî fişîarê Amerîkayê geş bike."

Sûriye û Îranê di cezayên aborî yên tund re derbas dibin, sînora wê li ser Şamê bi pêkanîna qanûna Qeyser a Amerîkayê di meha borî de zêdetir bû.

Qanûna Qeyser hikumeta Sûriyê neçar dike ku siyasetên xwe biguhere, li gorî biryarên navneteweyî yên berê, nexasim biryara 2254’an dan û standinan qebûl bike. Her wiha armanca cezayên Qeyser ew e ku Şamê dev ji wergirtina piştevaniya leşkerî ya Tehranê berde.

Îran ji ber tevgerên Îsraîl û DYA'yê yên ku armanc dikin bi fişaran wê ji Sûriyê derxîne bi fikar e.

Li gorî çavdêran, Îran dibîne ku Rûsya ji vê fişarê ne dûr e. Ev yek di civîna Hezîrana 2019’an li Qudisê  ya di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê li dar ketiye de diyar bû. Tevî ku hikumeta Sûriyê pergala parastina asîmanî ya Rûsî ya pêşketî kiriye, Îsraîlê derbeyên xwe zêde kirin.

Têkildarî mijarê, muxalifê sûrî û  koodînatorê Kombûna Sûriyan a Laîk a Demokratîk li Siwêdayê Semîr Ezam ji ANHA’yê axivî û got: "Tişt girêdayî peymana leşkerî ya dawîn ku Îranê bi rejîma Sûriyê re îmze kiriye wek yên berê ye. Naveroka wê mîna peymanên leşkerî yên di navbera dewletan de nayê eşkerekirin. Têkiliya Îranê bi hevalbenên wê li Sûriyê, Iraq, Hizbullah a Lubnanê û Hûsiyên li Senaayê xurt û kûr e, girîngiya wê ya taybet heye ku hûrgiliyan eşkere nakin, lê belê mirov di pratîkê anku li ser erdê dinase."

 ‘ENCAMÊN PEYMANÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ DIYAR DIBIN’

Semîr Ezam diyar kir ku mirov dikare beşek ji hûrgiliyên peymana leşkerî ya dawîn a di navbera Îran û hikumeta Sûriyê de di van aliyan de nas bike " Tevgerên leşkerî yên artêşa Sûriyê li herêma başûrê Sûriyê, bi taybet li Deraayê, nakokiya leşkerî yên di navbera artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ji aliyekî û hêzên koma Ensar El-Sune yê berê de ya ku bi Rûsyayê re li hev hatiye ku girêdayî Feyleqa rûsî ya 5’an. Ji wê jî zêdetir kuştinên serbazên artêşê, kiryarên teqandinê ku koma navborî li dijî karwanên artêşa Sûriyê li Deraayê pêk tînin. Bi wê re jî nakokî gihaşt ku Feyleqa 5’an bendên artêşê û gundên li bejahiyên Deraa ya rojhilat û bakurê rojhilatê wê derbas bike. Wê jî hişt ku hêzên Ferqeya 4’an leşkerên xwe tevî leşkerên artêş li Deraayê da ku derbasbûna li herêmê û serweriya li koma navborî zêde bike."

Der heqê nîşaneyên demê de, Semîr Ezam texmîn dike ku girêdayî nakokiya li başûrê Sûriyê ya di navbera Rûsya bi koordîneya Îsraîlê re ji aliyekî ve û Îran û rejîmê ve ji aliyekî din ve, de ye.

PEYMAN BERSIVA LIHEVKIRINÊN RÛSYA-TIRKIYÊ YE

Ezam wiha domand: "Yê ku lihevkirinên leşkerî yên Îran û rejîmê dişopîne, dê bibîne ku piştî her civîneke aliyên Astanayê; Rûsya, Tirkiyê û Îranê, ku encamên wê tenê li gorî lihevkirinên dualî yên Rûsya û Tirkiyê ne, Îran weke şahidê derew di navberê wan de ye. Îranê jî bersivê bi peymanên leşkerî yên dualî bi rejîmê re dide. Her wiha têkiliya Îran û Rûsya li Sûriyê dişibe tunebûna baweriyê û pêhesîna Îranê ya paşguhkirina zêde ji Rûsyayê. Piştî ew pêk hatin, Rûsya bi Îsraîlê re hevkarî kir ku derbeyên zêde li dijî nuqteyên Îran û hevalbendên wê yên li tevahî Sûriyê pêk bîne."

NAKOKÎ JI HER ÎHTÎMALAN RE VEKIRIYE

Ezam got: "Nakokiya Rûsya û Îranê li Sûriyê muhtemel e, armanca dawî ya Rûsiyê, ew e ku Îran bi leşkerî û aborî ji qada Sûriyê derxîne. Lê Îran vê  yekê bi hêsanî qebul nake, ji lew re nakok û şer ji tevahî îhtîmalan re vekiriye."

 ‘MIJAR LI GORÎ XWEST Û KÊFA ALIYÊN ASTANAYÊ NAÇE’

Der barê çarenûsa hevbendiya Astanayê de, siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam wiha axivî: "Hevbendiya Astanayê ne rewa ye. Ji ber ku biryarên xwe bêyî sûriyan û bêyî dan û standina bi hikumeta Sûriyê re yan jî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî  re didin. Bi wê bazariyê  re jî dewleta Tirk gelek bajarên û rûberên fireh ên li bakur-rojavayê, bakur û rojhilatê Sûriyê dagir kirin."

Ezam wiha berdewam kir: "Têkiliyên hevbendiya Astanayê li ser bingehê opportunîzmê ne, her yek jê hewl dide berjewendî û armancên xwe yên taybet li ser hesabê gelê Sûriyê û aştiya xaka wê pêk bîne. Bi wê bazariyê re jî sûcên şer, sûcên dermirovî ji qirkirina etnîk û mezhebî li gelek herêmên Sûriyê bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn,."

Semîr Ezam wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hevbendiya Astanayê tu çareyekê ji aloziya Sûriyê re ne anî, lê belê alozî ji herêmê koçî herêmeke dîtir kir. Ev yek jî çareya aştî bi xwe re nîn e. Nakokî û şerê li Sûriyê di navbera hêzên navdewletî û herêmê de giran e û ji her îhtîmalekê re vekiriye û mijar ne weke ku aliyên Astanayê dixwazin, e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din