Sedema qutkirina têkiliyan di navbera Sûidî û Qeterê de çi ye?

Ajansa nûçeyên Siûdî "WAS" ragihand ku ji ber binpêkirinên desthilata Dewhayê yên ji sala 1995`an ve, yên têkildarî derketina wê ya li dijî dewletê  û piştevaniya bi komên terorîst re, Erebistana Siûdî têkiliyên xwe bi Qeterê re qut kirin.

Ajansa Erebistana Siûdî "WAS" bi daxuyaniyekê bal kişand ser bergir û xizmetên mirovî ku Erebistana Siûdî di çarçoveya aloziya Qeterê de pêşkêş kiribû û îşaret bi vê yekê kir ku Riyad rewşa mirovî yên malbatên hevbeş ên Siûdî Qeterê di ber çavan re derbas kir, her wiha rewşa karkerên Qeterê û derbasbûna xewndekarên Siûdî hêsan kir."

Ajansê diyar kir ku Erebistana Siûdî bi armanca ku mafên xwe yên serweriyê yên li gorî qanûnên navdewletî û parastina ewlehiya xwe ya niştimanî ji "Teror û tundrawiyê " biryara qutkirina têkiliyên diplomatik bi Qeterê re stand.

Ajansê wiha dewam kir "Erebistana Siûdî û dewletên di Meclisa Hevkariyê de cih digirin, ji bo hişyarkirina Dewhayê li ser binpêkirinên wê ji peymanan re, gelek xebat kirine, lê Qeter erêkên xwe yên navdewletî û hevpeymana sala 2013‘an li Riyadê moh kir binpê kir. Paşê dema 3`ê dewletan xebata diplomatik û siyasî rawestandin, Qiralê Qeterê hevpeyman binpê kirin û balyoz vekişiya û tenê di rewşekê de dê vegerin ku ew jî mohrkirina Qeterê ji berdewamiya hevpeymana 2014`an re ye."

Daxuyaniyê wiha diyar kir "Qeter hevpeymana ku di bin sîwana dewletên Meclisa Hevkariyê yên dewletên Kendava erebî "GCC" bin pê kir, hevgirtina Erebistana Siûdî parçe kir, li dijî dewletê derket û komên çeteyan hembêz kir ku hewldana derbeya ewlehiya herêmê dikirin,  her çar dewletan biryara parastina ewlehiya netewebûyîna dan."  

Daxuyaniyê eşkere kir ku Erebistana Siûdî dema Qeter di aloziyê de bû, alîkariyên mirovî pêşkêş kirin, di nav de biryara 43522 a di 21/9/1438`ê de ya avakirina komîteya şopandina rewşên mirovî yên malbatên hevbeş e.Biryar bi serkêşiya wezareta hundirîn û endamtiya aliyên tarxandî bi rê ve diçû."

Girêdayî sûcdarkirina Qeterê bi tewana dilsozî ya dibêje " Erebistana Siûdî cezaya 5 salan û pere 3`ê milyon riyal li kesên ku bi Qeterê re dilsoz birî" Ajansê got: " Ev yek ne rast e, dema ku li dijî rejîma giştî dernekeve yan li dijî civakê û pîrozbahiyan dernekve, Erebistana Siûdî mafê derbirînê dide her kesî."

Li ser vî esasî Erebistana Siûdî di 5`ê Hezîrana 2017`an de têkiliyên xwe bi Qeter û hevalbendên wê, hikumeta Yemenê, Cezir El-Maldêliv û Cezir El-Qemer qut dike, her wiha di 6`ê Hezîrana de Urdanê têkiliyên xwe yên diplomatik bi Qeterê re kêm kir û daxuyaniya buroya kanala El-Cezîrê ya li Urdinê îbat kir. Di heman demê desthilata Morîtanyayê jî têkiliyên xwe bi dewletên Qeterê re qut kirin û di 7`ê Hezîranê de jî Djibouti jî têkiliyên xwe bi Qeterê re qut kirin.

(eh)


Mijarên Din