Sedemên derengmayîna bidawîkirina bajarê pîşeyî li Girkê Legê çi ne?

Odeya Pîşesazan û Şaredariya Gel a Girkê Legê bi rêjeya ji sedî 50 projeya bajarê pîşeyî temam kiriye. berpisên projeyê diyar kirin ku ji ber ku şirîkên projeyê qistên xwe yên mehane nedane ji ber wê projeya heta niha bidawî nebûye.

Li Girkê Legê herêma pîşeyî di nav avahiyan de ye. ev jî ji şêniyan re pirsgirêkek mezin e. Ji ber qerebalixa dikanên pîşeyî û germara ji wan derdikeve.

Ji bo derbaskirina vê pirsgirêk Şaredariya Gel a Girkê Legê bi hevkariya Odeya Pîşeyî ya Girkê Legê dest bi înasiyatîfa avakirina bajarê pîşeyî dûrî avahiyan kir.

Gelek astengî rastî projeyê hatin, jê ya herî girîng Şaredariyê destpêkê rûbera ku dê bajarê pîşeyê li ser ava bike, bi dest nexistibû. Piştî peydakirina cihek guncew li herêma di navbera navçeya Girkê Legê û gundê Girziyaretê Culî li rojavayê navçeyê de bi rûbera 4 hezar m2, Odeya Pîşeyî û Şaredariya Gel dest bi projeyê kirin.

Bajarê pîşeyî ji 281 dikanan pêk tê. Dikan dabeşî 9 beşan dibin. Her dikanek bi rûbera 20 m2 ye. Endezyarên pirspor plana avakirina bajarê pîşeyî danîne. Her beşek bi 25 metreyan ji hev dur in. tevî ku parkek li pêşiya bajarê heye. toreyên kanalîzasyon, ava vexwarin, kehrebe, toreyên telefon û enternetê hatine dirêjkirin. Her wiha bîrek li bajêr hatiye konlandin.

Projeya avakirina herêma pîşeyî derfetên kar peyda dike. Niha di projeyê de 38 karker dixebitin.

HETA NIHA BI RÊJEYA JI SEDÎ 50 JI PROJEYÊ TEMAM BÛYE

Werşeyên fenî û werşeyên avakirinê, xebatên xwe didomînin da ku projeyê di demek nêzî de bi dawî bikin. li gorî berpirsên projeyê heta niha zêdetirî 4 beş ji projeyê hatine avakirin. yanî bi rêjeya ji sedî 50 ji tevahiya projeyê. Xebat hîna berdewam in heta bidawîkirina projeyê.

SEDEMÊN KU HIŞTIN PROJE DI DEMA XWE DE BIDAWÎ NEBE

Berpirsên projeyê diyar dikin ku gelek sedemên derengmayîna bidawîkirina projeyê hene, jê nirxên madeyên avakirinê ne aram in. li gorî hevserokê Odeya Pîşeyan a Girkê Legê Elî Mihemed û çavdêrê projeyê Raêd Ciwêr  got sedema sereke ew e ku şirîkên projeyê qistên mehane di dema wê de nedane. Ji ber wê xebatên avakirinê dereng dimînin.

Berpirsên projeyê bang li şirîkan kirin ku qistên mehane bidin da ku projeyê di zûtirîn dem de bidawî bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din