Sedemên tengasiya Kurdan a ‘yekitiyê’ û çareserî

Piştî hevdîtinên yekitiyê yên di navbera PYD û ENKS’ê de rayedaran daxuyand ku qonaxa destpêkê bi dawî bûye û ya duyemîn dest pê kiriye. Wê demê ji vir û şûn ve pirsa giring ew e ku ji vî şûnde wê pêvajo çawa bi pêşve biçe ye.

Hevdîtinên di navbera partiyên kurd ê li rojava ku bi armanca yekitiyê hatibûn despêkirin berdewamin. Lê daxuyaniyên ku ji aliyan hatin dayîn de hat gotin ku qonaxa yekemîn bi dawî bûye, wê ya dûyem despêbike.

Di qonaxa yekemîn de li ser kîjan mijaran li hev kirine, kîjan mijar muzakere kirine, di halê heyî de qesta bi “qonaxa duyemîn” çi ye û di qonaxa duyemîn de esasên yekitiya Kurdan dê çi bin, hê jî ev pirs bê bersiv mane. Bêguman hin mijarên di ajandeyên aliyan de li benda eşkerekirinê ne ku ji bo raya giştî hê jî wek pirs mane.

Hê jî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn bê ka di hevdîtinan de li ser çi tê axaftin, her du alî bi kîjan daxwazan li ser maseyê rûdinin û kîjan mijaran muzakere dikin. Hinek dezgehên çapemeniyê bi nûçeyên spekulatîf hewla tevdana mijarê dikin. Lê belê meseleya yekitiya neteweyî ya Kurdan ku bûye handîkapek, divê bi van nûçeyên wiha spekulatîf zêdetir neyê tevdan.

Hevdîtinên yekitiyê ku li Rojava dest pê kir, bêguman di nava tevahiya Kurdan de bûn sedema kelecanekê, her wiha hêviyên pêkhatina yekitiya neteweyî jî xurt kirin. Dîsa gelek derdorên civakê jî vê pêvajoyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan wek derfetekê dibînin.

SEDEMA TRAJÎK A KOMKUJIYAN; TUNEBÛNA YEKITIYÊ

Her çend nûnerên partiyan daxuyanî dan û gotin hevdîtin bi erênî derbas dibin jî, hinek derdor jî bi guman li vê pêvajoyê dinêrin.

Ev gumanên heyî, ji ber tecrubeyên berê û avaniya siyasî ya aliyan, xwe dispêrin palpişteke mafdar jî. Heke em palpişt û navgînên polîtîk deynin aliyekî, li gorî daxuyaniyên ji her du aliyan, mirov dikare bibêje ‘erênî’ ye.

Lê ji wê jî girîngtir, dê ji niha pê de pêvajo çawa dewam bike? Kurd dê bikarin bi dînamîkên navxweyî û îradeya xwe ya xweser a siyasî vê pêvajoyê bi encam bikin? Rewşa hêvîdar a heyî ku hinekî jî bi gumanê çêbûye, gelo dê di encamê de dilê her kesî rehet bike?

Pirsgirêka yekbûn an jî neyekbûna Kurdan, helbet îro pirsgirêka wan a herî mezin e. Nemaze di van du sedsalên dawîn de sedema sereke ya komkujiyên li ser Kurdan tunebûna yekitiyê ye. A rast, bi qasî ku sedemek e, ew qas jî encamek e.

RASTIYA POLÎTÎK A GEL

Îcar ji ber vê yekê ji bo Kurdan mecbûriyetek e ku bibin xwendevanên durist ên dîrokê. Ji ber ku ev rastiya komkujiyan berovajî ku di dîrokê de mabe, îro wek yekûna hemû caran bi halê xwe yê herî giran xistine dewreyê.

Mesele ne tenê pêzanîna dîrokê ye. Di destpêka sedsalê de Kurd ji birêxistinbûna sosyal û polîtîk bê par bûn, lê bi demê re ruxmî tevahî êrişên pişaftin û qirkirinê jî bûn gelê herî polîtîk ê herêmê.

Pêkanîna nasnameyeke polîtîk û siyasî her çend Kurdan mecbûrî rastiya gelê birêxistinbûy î bike jî, di vê mijdarê de jî handîkap hene. Ji ber ku siyaseta li ser welatê Kurdan a ‘dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ bi tenê êrişên derveyî û parçebûna cografîk bi xwe re neanî, her wiha gelê Kurd ji hundir ve parçe kir û xiste pozîsyoneke ku bi hev dikeve. Ji bo civakekê diyardeya herî xeternak û tuneker, parçebûna nevxweyî ye.

ASTENGIYÊN JI BER FORMA EŞÎRTIYÊ

Forma sereke ya civaka Kurd a eşîrtiyê jî bû sedemeke neyînî li ser pêkanîna nasnameya gel a polîtîk, hişmendî û avaniyeke neteweyî. Tevgerên Kurdan ên ku di çarçoveya parçeyan de pêk hatin, bi tevgerên din ên li parçeyên din re nehatine cem hev û bi ser de jî li gel tevgerên din li heman parçeyî jî tev negeriyan û têkoşîn nemeşandin. Heke ev forma eşîrtiyê bi awayekî rast bihata bikaranîn, dikarî berxwedêriya xwe ya dîrokî di çarçoveya neteweyî de bikira yek û vê yekê dikarî berxwedana Kurdan a li dijî netewedewletên serdest xurttir bikira û yekitiya wan pêk bianiya. Helbet forma eşîrtiyê di eslê xwe de ne diyardeyeke xirab e lê belê heke di nav xwe de bi awayekî rast li hev neyê, bi destê serdestan ji bo parçekirina civakê dibe navgîneke pir xeternak. Ji xwe dijminê kurdan ev rastî bi awayekî pir qirêj bi kar anîn. Li aliyê din di civaka Kurdan û ya Ereban de nimûneyên vê yekê gelek in. 

BAWERÎ JÎ WEK ÇEKEKE SERDESTIYÊ BI KAR ANÎN

Bi qasî forma eşîrtî û malbatî diyardeke din ku li ser parçebûna Kurdan xwedî bandor bû –bi gotineke din ‘hate bikaranîn’- ol bû. Netewedewletên serdest ji bo înkar, komkujî û pişaftina Kurdan ol wek çekeke bibandor bi kar anî.

Civaka Kurd a girêdayî ola îslamê, belkî jî ji nav civakan herî zêde ew bi navê olê hatiye manîpulekirin û qirkirin. Netewedewletên serdest ji bo xwe, netewe û nirxên neteweyî wek tiştekî “tekane” dibînin lê dema mesele Kurd bin, bê teredut wek navgîneke manîpulasyonê bi kar tînin. Hestên olî heta tu bêjî hatin îstîsmarkirin. Terîqet, dergah, komele û hwd bi yekcarî ji bo teslîmgirtin û kirina koleyên nasnameya neteweya serdest hatin bikaranîn. Di nava ûmmetê de her kesî dikarî ziman, çand, nasname û nirxên xwe yên neteweyî hebûna lê ji bo Kurdan ev yek ne pêkan bû. Ji ber ku Kurd an Ereb bûn, an Tirk bûn an jî Faris bûn! A rast, gelekî bi navê Kurd tune bû! Tirkên çiyayî yan jî Ekrad bûn. Kurdên ku ev yek qebûl nedikir, Kurdên ku ji xwe re digot Kurd û ji bo vê yekê diketin nav lêgerîna mafan jî, wek qeleş, rêbir û terorîst dihatin îlankirin û êdî qetla wan helal dibû. 

MÊTINGERIYA KU DIXWAZIN BI NAVGÎNÊN BERÊ BERDEWAM DIKIN

Îro ku nîqaşên yekitiyê dîsa di nav Kurdan de geş bûne, heke raboriya Kurdan bê lêpirsînkirin bê ka çima bi parçeyî û pevçûnî derbas bûye, dê bêhile ku hevdîtinên heyî encaman bi xwe re bînin. Ji ber ku îro jî navgîna sereke ya ku netewedewletên serdest li dijî yekitiya Kurdan bi kar tînin, heman e.

Diyardeya ku dema dewleta Tirk Rojava an jî Başûrê Kurdistanê dagir dike, herî zêde bi kar tîne, li gel eşîrtiyê diyardeya  olê ye. Bi vî şiklî dixwazin bi navgîn û rêbazên berê di serdema nû de jî mêtingeriya xwe berdewam bikin.

Desthilata dewleta Tirk a heyî, bi rêbazên makyavelîst bi domdarî bi ser aliyên hesas û qels ên civaka ku dagir kiriye de diçe. Nirxên civakî yên ku li herêmên dagirkirî îstîsmar kirine,  ji bo “meşrûbûna” dagirkeriyê bi kar tîne. Çînên noker ên xwecih çêdike, civakê ji navxweyî parçe dike û di ser vê yekê re propagandaya gewr û ya reş dike û ji bo mêtingeriya xwe palpiştan çêdike.

NIRXÊN NETEWEYÎ MANÎPULE DIKIN

Êrişa dewleta Tirk wek hêzeke mêtinger li ser nirxên civaka Kurd dê rastî bertekan bê û nagihêje encamê. Lê heke ev yek bi dest nokerên xwecih bê kirin dê ji bo tevlihevkirina mêjiyan û parçekirina navxweyî ya civakê bibe rêbazeke herî bibandor û xeter. Nirxên civakî û neteweyî bi destê van derdorên noker şêlû dibin. Dînamîzma ku divê li dijî mêtingeriyê bê tevgerandin, di pevçûna navxweyî de tê xerckirin û bi vî awayî ji bo dagirkerî û mêtingeriyê derî vedibe. Civakeke ku di nav xwe de li hev nekiribe, bêguman dê li hember hemû êrişên ji derve, bê parastin bimîne û teslîmgirtin û tasfiyekirina wê dê hêsantir be.

Dîroka Kurdistanê bi rêbazên wiha ku hêzên serdest li dijî Kurdan bi kar anîne, tijî ye. 

DEMA SIYASETA ÎSTÎSMARÊ DERBAS BÛ

Îcar heke em dîsa vegerin mijara di destpêka nivîsê de, em ê ya heyî û ya ku divê hebe, bikarin çêtir analîz bikin.

Di hevdîtinên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd -ENKS’ê de çi hate axaftin, encamên çawa jê derketin, qonaxa yekemîn bi kîjan lihevkirinan bi dawî bû, di qonaxa duyemîn de kîjan mijar hene, em pê nizanin. Lê rastiya ku dîrokê hînî me kiriye ew e ku qirkirina Kurdan bi hemû hêza xwe dîsa xistine dewreyê û Kurdên ku li hemberî vê yekê berxwedana xwe didomînin, belkî jî di dîrokê de tu carî ev qas xwedî derfetên berxwedanê nebûn û hedê tu hêzekê nîn e ku van destkeftî û derfetan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî yan jî eşîrî û partîyî bike qurbanî.

Divê bê zanîn ku kes û derdorên ji bo “desthilateke zêdetir”, “hêzeke zêdetir”, “rayeya zêdetir”, “sermayeya zêdetir” li hember yekitiya neteweyî ya Kurdan disekinin, nirxên neteweyî yên Kurdan îstîsmar dikin û dibin sedema qirkirina Kurdan, dê li hemberî gel û dîrokê sûcdar bin.

Êdî bikaranîna nirxên neteweyî yên Kurdan, bi propagandaya di ser nirxên neteweyî re li dijî yekitiya neteweyî sekinîn, nayê qebûlkirin. Ji bo her kesî kirin girîng e, ne ku gotin. Lewma jî kî çi propagandayê dike na, kî çi dike girîng e.

Di qonaxa duyemîn de tê payîn ku hevdîtinên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd -ENKS’ê dewam bikin û êdî her kes lê nanêre ka alî çi dibêjin, çavê her kesî li kiryarên aliyan e. Yên hewl dane serê civakê telihev bikin û bi îstîrmarkirina nirxên civakî û neteweyî li pey berjewendiyên xwe ketine, dîsa her tim civakê darizandine. A rast, îfşaya qebûlkirina civakî rastiya her kesekî ye. 


Mijarên Din