Sedir: Eger namzetê PDK’ê nexwedî şertên serokomariyê be deng nedinê

Serokê Tevgera Sadir, Muqteda Sedir têkildarî namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î de diyar kir ku eger nexwediyê şertê serokomariyê be deng nedinê.

Serokê Tevgera Sadir, Muqteda Sedir têkildarî namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokomariya Iraqê daxuyanî da.

Muqteda Sedir di daxuyaniya xwe ya li ser twitterê de got: “Eger namzetê PDK’ê yê hevpeymanê me, ne xwediyê şertên serokomariyê be, ez daxwaz ji parlemanterên reformxwaz dikim deng nedin wî.

Hêjayî bibîrxistinêye li gorî lihevkirinên navbera pêkhateyên Iraqê de serokkomarî para Kurdane û di navê de jî para YNK’ê ye. Lê li serdestwerdana Tirkiyeyê niha PDK jî Hoşyar Zêbarî weke namzet daye nîşan. Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) jî Dr. Berhem Salih weke namzet nîşan daye. PDK îdia dike ku serokomariya Zêbarî misogere.


Mijarên Din