​​​​​​​Şehîdê Antî-Teror Zehredîn li Dirbêsiyê hate veşartin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîdê Hêzên Yekîneyên Antî -Teror  Zehredîn Osî (Hemîd) li Goristana Şehîda Rustem Cûdî spartin axê.

Ji ber biryarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û qedexeya kombûnan tenê malbata şehîd Zehredîn Osî û Meclisa Malbatên Şehîdan û hevalên şehîd tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Şehîd Zehirdîn Osî dema erka xwe ya leşkerî li navçeya Dirbêsiyê pêk dianî şehîd bûbû û li Goristana Şehîd Rustem Cûdî li gundê Berkevrê hat veşarin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din