Şehîdê Berxwedana Rûmetê yê Suryanî Athro Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şevanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Seîd Ebdulehed (Athro Hesekê) yê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li goristanan Şehîdên Suryan Asur a taxa Nasira ya bajarê Hesekê hate veşartin.

Girseye gel cenazeyê şehîd Seîd Ebdulehed (Athro Hesekê) li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi goristana Şehîdên Suryan Asur a taxa Nasirayê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî destpê kir. Piştre axaftin ji aliyê berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Yaqûb, Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm, Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Akad Hena û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ermîn Merdo ve hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin gelê Suryan û hemû gelên Sûriyê tine bikin "Di bersivdayîna vê êrişê de xwîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev bû, ji ber ku armanca dewleta Tirk derbekirina tevahî pêkhateyan e, lê ev armanc ne mumkin e pêk were."

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdên Suryan Ramî Îsa ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din