Şehîdê Berxwedana Serdemê Zehredîn li Helebê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Dawid (Zehredîn Efrîn) yê ku 15‘ê Adarê di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibû, bi merasîmekê girêseyî li goristana Şehîdan a herêma Şiqêf a Helebê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Dawid (Zehredîn Efrîn) li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir kom bûn. Şêniyan alên YPG, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hilda bûn û bi navber dirûşemyên dilsoziya bi şehîdan re re berz kirin. Şêniyan piştî ku cenaze wergirtin bi ber goristana Şehîdan a li herêma Şiqêf ve çûn.

Li goristanê merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve hate lidarxistin. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Naîla Nasro axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Naîla got: "Şehîd pêşengên civakê ne, bi saya wan gelên herêmê îro bi aramî û aştî dijîn. Bi giyanê şehîdan em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta şehîdan bin."

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyan cenazeyê Şehîd Zehredîn Efrîn di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA

 


Mijarên Din