‘Şehîd Îbo canê xwe di oxira aştiyê de da’

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê cenazeya Îbo Kobanê (Îbrahîm Elo) oxir kir.

Karwanê oxirkirinê ji ber nexweşxaneya navçeya Serêkaniyê ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê ve bi rê ket.

Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ ve hate lidarxistin. Piştî torena leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê yek ji rêveberan Mihemed Xetîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.  

Her wiha li ser navê YPG û YPJ`ê yek ji fermandarên YPG’ê Mihyedîn Girkê Legê axivî û wiha got: "Şehîd Îbo ji sala 2011`an de beşdarî refên parastinê bûbû, her wiha beşdarî damezirandina hêzên parastinê jî bûbû ku hemû herêmên di bin serweriya DAIŞ de rizgar kirin. Di heman demê de şehîd Îbo beşdarî hemû pêngavên leşkerî bû, ji Til Koçerê bigire heta Dêrazorê, bi vîna parastina gel û rûmeta xwe dikir û moral dida me, di dawiyê de jî canê xwe di oxira aştiya gel da."

Mihyedîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîd Îbo da û wiha anî ziman: "Em wek Hêzên Parastina Gel û Hêzên Parastina Jinê îro li pêşiya cenazeyê şedîf Îbo soza xwe, heta pêkanîna armancên şehîd nû dikin."

Diya şehîd Îbo Kobanê jî axivî û wiha got: "Em tu carî berdêlên ku şehîdên me dane, ji bîr nakin, lê her dem êm ê soza xwe nû bikin, her wiha em wek malbata şehîd Îbo soza şopandina rêya şehîd heta nefesa dawîn didin."

Piştî bidawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê yek ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Alî Ferhan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîma oxirkirina şehîd Îbo di nava sloganên “Şehîd namirin” de li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate oxirkirin.

(eh)  

ANHA


Mijarên Din