Şehîd Îbrahîm El-Hecî li Minbicê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, şehîd Îbrahîm El-Hacî (Şêx Îbrahîm) bi druşmeya ‘Şehîd Namrin’ oxir kirin.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, encamên saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya nexweşxaneya El-Firat kom bûn, da ku cenazeyê şehîd Îbrahîm El-Hacî werbigirin. Paşê girseya gel ber bi goristana şehîdan ve ket rê. Girseyê alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan. Îbrahîm El-Hcî endamê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû û di 3`yê mehê de, dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bûbû.

Di merasimê de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Alî axivî. Alî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Alî got: “Şehîdan di oxira parastina welat de canê xwe feda kirin. Şehîdan rêya serkeftinê ronî kirin, lewma bi saya şehîdan welat geştir bû.”

Mihemd Alî destnîşan kir ku îro bi saya şehîdên ku canê xwe di oxira azadiyê de dane, dîrok xêzkirine û dîrok bi wan serbilind e.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesnaa El-Dahir axivî û got: "Evin şehîdên ku canê xwe ji bo azadiya gel dane."

Hevserokê Meclisa Zagonsaz Mihemd Alî El-Ibo jî got: “Em ji malbatên şehîdan re dibêjin; şehîd di dilê me de ne, ji ber ku efsaneyên qehremaniyê xêzkirine sax in ticarî namirin. Ji erka me ye ku em destkeftiyan wan biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Ibo soza şopandina şehîdan da.

Piştî bidawîkirina axaftinan bawernameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenaze di nava sloganên ‘Şehîd namirin’ de hate oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din