Şehîd Cîhad: Heger çalakiyek ji agirvêxistinê mezintir hebûya min ê bikira

Şehîd Cîhad Dêrik ku beriya 21 sal ji ber biryara dewleta Tirk a darvekirina Rêber Abdullah Ocalan agir bi canê xwe xist, li tuxma agir bi tevahî bendena wî ketibû dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz dikir. Şehîd Cîhad ji beriya ku şehîd bikeve di roportajekî de gotibû: “Ger hûn pirs bikin Serok ji bo min çi ye? Bersîva min wiha ye; Serok ji bo min dinya, axîret, hebûn û nebûn e. Nasname, qehremantî, exlaq û hertişt di jiyanê de ye."

Di 29`ê Hezîrana 1999`an de şehîd Cîhad Dêrik piştî ku dadgeha Tirkiyê biryara davekirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide, agir bi bedenê xwe dixe.

Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployek navdewletî dîl hate girtin. Di 29`ê Hezîrana heman salê de dadgeha Tirkiyê biryara davekirina Rêber Abdullah Ocalan da. Gelê Kurd li tevahî cîhanê çalakî lidar xistin. Xwepêşandanên şermezarkirinê li tevahiya Kurdistanê, Ewropa û cîhanê lidar ketin. Tevî wê jî gelek Kurd li qadan û girtîgehan agir bi bedenên xwe xistin.

Yek ji wan jî şehîd Hisên Abdullah (Cîhad Dêrik) bû.

Şehîd Cîhad ji gundê Eyn Dîwarê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye. Di 1993`yan de dest bi têkoşîna xwe ya siyasî kir. Xwedî giyanek têkoşer û şoreşger bû.

DEMA KU AGIR HEMÛ BEDENA WÎ PÊÇABÛ, LÊ DÎSA SLOGAN ‘BIJÎ SEROK APO’ BERZ DIKIR

Mihemed Xêr Tewfîq ji şêniyên navçeya Amûde hinek deteyên beriya ku şehîd Cîhad agir bi bedena xwe bixe, vegotin: "Dema Tirkiyê biryara darvekirina  Rêber Abdullah Ocalan da, şehîd Cîhad li nûçeyan temaşe dikir. Aciz bû û pênûsa di destê xwe de şikand. Piştre çû odeya din û nameyek bi zimanê Erebî nivîsand. Piştî ku name bidawî kir, yekser ji mal derket. Hevaleke wî nameya wî dixwîne. Şehîd Cîhad tê de nivîsandibû; `Ez ê biçim da ku bigihêjin asta şehadetê.` Wê demê ew heval dikeve ferqê ku şehîd Cîhad dê agir bi bedena xwe bixe.”

Li gorî vegotina Tewfîq şehîd Cîhad diçe qadeka li navenda navçeya Amûde li nêzî avahiya Emn Dewlê ya girêdayî hikumeta Sûriyê û agir bi bedena xwe dixe.

Fewaz Amkî yek ji kesên ku Şehîd Cîhad birin nexweşxanê  bû. Amkî dibêke: "Roja derketina cezayê dervakirinê ez û hevalên xwe li sûkê rûniştibûn. Me dît ku şehîd Cîhad agir bi bedena xwe dixe. Em bi lez çûn ji bo ku agir vemirînin. Lê ji cihekî diçû cihekî û agir di bedena wî de belav dibû. Şehîd Cîhad di wê rewşa de jî slogan Bijî Serok Apo berz dikir. Piştî ku me agir vemirand me ew rakir nexweşxaneya Amûdê."

Piştî wê Fewaz Amkî ji ber ku Cîhad Dêrik rakiriye nexweşxaneyê, gelek caran ji hêla desthilatdariya Sûriyê ve hat girtin û 3 mehan di girtîgehê de maye.

Bijîşkên navçeya Amûde nekarîn şehîd Cîhad tedawî bikin. Ji ber rewşa wî ya krîtîk û şewitîna tevahiya bedena wî, radikin nexweşxaneya Miwasa ya li Şamê.

Dema Cîhad Dêrik li nexweşxaneya Miwasa de bû, röportaj bi dazgehek çapemenî ya Kurd re ku bi awayekî veşartî dixebitî, çêkir. Şehîd Cîhad gotibû: "Heger çalakiyek ji agirê mezintir hebûya minê bikira. Ez bang li gelê Kurd dikim ku divê têkoşîn û berxwedana xwe ji bo azadiya xwe bidomînin. Kesek nikare gelê Kurd tune bike. Em bi agir bersîva dijmin didin, ji ber ku agir sloganek girêdayî gelên Mezopotamiya û taybet gelê Kurdistanê ye. Ew gel bi vêxistina êgir şad û şîna xwe rave dikin."

‘OCALAN HEBÛN Û NEBÛN E’

Ruxmî ku bedena şehîd Cîhad bi temamî şewitî û tevî êşê wisa got: "Heger hûn pirs bikin Rêber Abdullah Ocalan ji bo tê çi wateyê, ez ê bêjim ew ji bo min dinya, axîret, hebûn, nebûn, nasname, qehremantî, exlaq û hertişt di jiyanê de ye. Rêber Abdullah Ocalan dîrok e, tunekirina wî tê wateya bidawîbûna dîrokê. Serok ew ê ku qehrementî di lengên azadiyê de çandiye. Mîna Mezlûm Dogan, Zekiye, Ferhad û Hakî. Ev kesên leheng mîna wan di dîroka mirovahiyê de tune ne."

Cîhad di dîmenan de destnîşan kir ku çalakiya wî bi hewcedariya qehremantiyê ye û got: "Serok Apo vê fedekariyê heq dike. Em ji bedenên xwe xelekek ji agir li dora wî çêbikin. Min ji çalakiya xwe armanc kir ku helwesta Kurd li hember binpêkirinên dewleta Tirk nîşan bidim. Divê gelê Kurd li tevahiya cîhanê rabe ser piyan."

Şehîd Cîhad Dêrik di dîmena ku dema wê 14 deqe û 54 saniye ye de tîne ziman ku dewleta Tirk nikare gelê Kurd û dîroka wî bidawî bike.

Şehîd Cîhad piştî 8 rojan ji çalakiya xwe li nexweşxaneya Miwasa li Şamê şehîd dikeve. Cenazeyê wî li gundê Eyn Dîwarê hate veşartin.

Qada ku şehîd Cîhad tê de agir bi bedena xwe xist bi qada Şehîd Cîhad hate naskirin. Piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an û rizgarkirina navçeya Amûde ji desthilata Sûriyê, şêniyên navçeyê ji ber hezkirin û girêdana xwe bi şehîd Cîhad re û ji bo bîranîna wî, ev qad bi awayekî fermî bi navê Şehîd Cîhad Dêrik binav kirin.

Ev qad di nava şêniyên navçeyê û heta herêma Cizîrê de xwedî wateyek sembolîk mezin e. Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di 21`ê Çileya 2014`an de li vê qadê hate ragihandin. Her wiha wek navenda destpêkirina çalakiyan tê hesibandin.

Şêniyên navçeya Amûde tevî Fewaz Amkî û malbata şehîd Cîhad Dêrik  her sal di 29`ê Hezîranê de mûman li qada Şehîd Cîhad Dêrik de vêdixin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din