Şehîd Dijwar li gundê xwe hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê  Siûd Casim (Dijwar Qamişlo) re xwest. Cenazeyê şehîd li ser xwesteka wî li gundê  wî Ebû Diwêl hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Siûd Casim (Dijwar Qamişlo) re xwest ku duh di encama krîza mêjî de şehîd bû, xwestin. Şehîd Dijwar li ser xwesteka wî li gundê xwe Ebû Diwêl ê girêdayî bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Konê sersaxiyê li gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd Dijwar, wêneyên şehîdên azadiyê, ala YPJ/YPG`ê û QSD`ê hatine daliqandin. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm, ji fermandarên YPG`ê Mustefa Qamişlo, ji rêveberên PYD`ê û biriyê şehîd Xelef Casim axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin. Di axaftinan de hate gotin ku axa ku lê xwîna şehîd neyê rijandin ew ne axeke pîroz e û axa ku şehîd lê neyê veşartin, ji gelê wê re namîne, şehîd ronahiya jiyana tarî ne.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Merasîma sersaxiyê di dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din