Şehîd Dilşêr bi merasîmekê li Qamişlo hat veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) yê di 29‘ê Gulanê de di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li Dêrazorê de şehîd bibû, ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve çûn.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Paşê Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Hecî Seîd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Mûrad soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Birayê şehîd Mihemede Nûrî, Baran Xidir jî soz da ku ew ê li ser xeta şehîdan bimeşe.

Dayika şehîd Mihemed Nûr, Şukriya Xidir anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û anî ziman ku kurê wê ji bo parastina gelê xwe şehîd bû.

Nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA


Mijarên Din