‘Şehîd Dilşêr rêya bavê xwe şopand û di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû’

Di merasîma oxirkirina şehîd Dilşêr de tekezî bi girêdana bi destkeftiyên şehîdan û şopandina rêya wan hat kirin.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Salih Qewas (Dilşêr) ku di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kir.

Şêniyan cenazeyê Dilşêr ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi karwanekî ji dehan erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî.

Li goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji rêveberiyên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî. Elî îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan û girêdana bi axa ku bi saya xwîn û keda wan hatiye rizgarkirin, kir. Her wiha banga parastina destkeftiyên şehîdan û bilindkirina asta berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kir.

Elî Xelîl destnîşan kir ku di êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra li ser bajarê Serêkaniyê sala 2015`an de, bavê şehîd Dilşêr ji yekemîn kesên ku çek rakirine û parastina bajarê Serêkaniyê kirine, bû ku di êrişan de şehîd bû û wiha got: "Şehîd Dilşêr jî çeka bavê xwe li erdê nehişt û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû."

Apê şehîd Dilşêr û şervanê QSD`ê Hîwa Weqas soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Armanc Emîn wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştre cenazeyê şehîd Dilşêr di nava dirûşman de li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hat veşartin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din