Şehîd Ehmed Birak li Hesekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê şehîd Ehmed Birak oxir kir. Ehmed Birak dema beşdarî pêngava Bagera Cizîrê bû birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê tevî hemû hewldanan jî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê şehîdê QSD`ê Ehmed Birak (Birak), li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kir.

Gel cenazeyê şehîd Ehmed Birak ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî  erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Dema ku karwan gihaşt goristanê deqeyekê rêz hate girtin, paşê ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê ve toreneke leşkerî hate pêşandan. Piştî torana leşkerî yek ji endamên Meclisa Malbatê Şehîdan a kantona Hesekê Îbrahîm Hisên axivî û got: "Şehîdên me di oxira parastina welat û rûmetê de, her wiha da ku li dijî çeteyên ku bi sedan şêniyên me şehîd xistine û revandine, şehîd bûne."

Paşê bi navê QSD`ê Şiyar Hesekê axivî û Roja Şehîdan li şehîd Birak pîroz kir û soza şopadina hemû şehîdan heta avakirina Sûriyeke nenavendî da.

Di merasîma oxirkirinê de her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Dawûd Hec Elî wiha got: "Da ku em jiyaneke demokratîk ava bikin, divê li ber xwe bidin û têbikoşin, da ku em jiyana ku gel û şehîdên me pê bang dikin ava bikin. Bê bîranîna şehîdan em ê nikaribin jiyaneke bi rûmet û demokart ava bikin."

Piştî bi dawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê yek ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatê kir.

Di vê derbarê de li ser navê malbata şehîd û serokê Partiya Muhafezekarên Demokratîk a Hesekê Ekrem Mehşûş axivî û got: "Em hemû malbatên şehîdan pîroz dikin û em dibêjin ku şehîdê me gihaşt karwanê şehîdên azadiyê, têkoşînê û biratiya gelan.”

Mehşûş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Me pêngava têkbirina çeteyan di mile cografîk de bi dawî kir, lê fikirê çeteyan hîn jî li herêmê heye, îro jî erk dikeve ser milê gel de ku li dijî fikirê tarî û şaneyên veşartî têbikoşin.”

Paşê cenaze di nava sloganên "Şehîd namirin" de hate oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din