Şehîdê Erka Xweparastinê Rîda li Qamişlo hat oxirkirin

Bi beşdarbûna bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Rîda Salih El-Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Rîda Salih El-Ehmed duh 29‘ê Gulanê di operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de li navçeya Holê şehîd bibû.

Cenazeyê şehîd Rîda Salih îro ji aliyê sedan şêniyên bajarê Qamişlo, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl ve li goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ji rêveberên meclisê Îdan El-Ifînî û ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Rîda re hate xwestin û bal hate kişandin ser rola girîng a Hêzên Erka Xweparastinê di parastina destkefiyên şoreşê de.

Salim Îbrahîm anî ziman ku şervanên di pêngava tinekirina DAIŞ‘ê di bargeha wê ya dawî de cih girtin efsanên lehengiyê di rûpelên dîrokê de xêz kirin. Salim soza şopandina rêya şehîdan û paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hat veşartin.

ANHA


Mijarên Din