Şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn

Bi sedan şênî û malbatên şehîdan li kantona Girê Spî şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 33`yan de bi bîr anî.

Îro bi sedan şênî û malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî bi merasîmekê şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 33`yan de bi bîr anî. Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê hate lidarxistin. 

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir her wiha hêzên Erka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Mihemed, ji fermandarên hêzên Erka Xweparastinê Aras Serêkaniyê axivîn. Di axaftinan de şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn û îşaret bi lehengiya wî hate kirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku şehîdên mîna şehîd Ezîz Ereb ji bo azadî, aramiya gelan û ji bo têkbirina terorîstan û hêzên faşîst, canê xwe feda kirin.

Mersîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Ezîz Ereb ji yekemîn kesayetên Ereb e ku tev li nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê sala 1983`yan bûbû. Ezîz Ereb 16`ê Nîsana 1986`an şehîd bû.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din