Şehîd Ezîz Ereb li Şehbayê hat bibîranîn

Bi sedan şêniyên Şehba û Efrînê şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 33`yan de bi merasîmekê bi bîr anî.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê û endam û rêvebirên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma bîranînê bûn. Merasîm li Salona Serdem a kantona Şehbayê hat lidarxistin

Merasîma bîranê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê nameya şehîd Ezîz Ereb ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Cimo ve hat xwendin. Di nameyê de şehîd Ezîz Ereb behsa detayên jiyana xwe bi rêvalên xwe di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de û tişta ku fêr bûye, dike.

Paşê bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen axivî û got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e. Şêx Hesen di axaftina xwe de wiha got: "Şehîd pêşengên me ne. Ji bo dimin ji xaka welat derxin û ji bo azadiyê canê xwe feda kirin. Divê ev fedaîtî bikeve nava rûpelên dîrokê, ne kiryarên ku hêzên faşîst û komkujiyên li dijî gelê Kurd û hemû gelên bindest, pêk anîn.”

Şêx Hesen di dawiyê de tekez kir ku hemû qurbaniyên ku hatine dayîn ji bo civakê ber bi demokratîk, aştî û aramiyê ve bibe û desnîşan kir ku ew ji şer û rijandina xwînê hez nakin lê heger ev yek ji bo welat bi vê yekê serbilind in.

Her wiha di merasîma bîranê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zekiya Abdulmim, endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mehmûd Îsa û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Ezîz Ereb re hat xwestin û hat tekezkirin ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîd Ezîz û rêhevalên wî yên şehîd bin. Her wiha hat diyarkirin ku mîratê şehîd Ezîz bûye rêya rizgariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi yekîtiya xwe tev li nava QSD`ê bûne û çeteyên DAIŞ`ê li tavahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) yekemîn şehîd ji pêkhateyên Ereb e. Sala 1964`an li gundê Mirêmîn ê girêdayî navçeya Şera ji dayik bûye. Sala 1983`yan tev li nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê bû û 17`ê Nîsana 1986`an li Culemêrgê şehîd bû. Ji têkoşerên ku bi fermandar Masûm Korkmaz re maye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din