Şehîd Ezîz Ereb li Til Hemîs û Reqayê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê, têkoşer Ezîz Ereb jî di nav de 46 şehîd li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê bi bîr anî. Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Sivîl a Reqayê jî bi civînekê têkoşer Ezîz Ereb bi bîr anî.

Îro sibehê bi dehan malbatên şehîdan, endamên QSD û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Til Hemîsê berê xwe dan Goristana Şehîdan a navçeyê. Li goristinê şehîd Ezîz Ereb jî di nav de 46 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de şehîd bûne bi bîr anîn. Merasmîna bîranînê bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD` ve destpê kir.

Piştre fermendara QSD`ê yê navçeya Til Hemîsê Ronak Ereb axivî û behsa kurtejiyana têkoşer Ezîz Ereb kir.

Piştî axaftina Ronak Ereb beşdaran berê xwe da Navenda Çandî ya navçeyê. Li navendê bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û endamên saziyên sivîl şênî pêşwazî kirin.

Li navendê piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mesûm Hesen axivî.

Mesûm Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev meh gelek wateyên girîng digire nav xwe mîna 4`ê Nîsanê û gelek boneyên din.

Di dawiyê de Hesen destnîşan kir ku nimuneya ku gelê Bakurê Sûriyê di avakirina pergalek leşkerî de ji tevahiya pêkhateyên herêmê ji bo parastina xakê ava kirine mînaka herî xweşik e.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

REQA

Rêveberiya Sivîl a Reqayê jî bi civînekê têkoşer Ezîz Ereb, yekemîn şehîdê ji pêkhateya Ereb ê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî.

Hejmarek ji şênî, endamên saziyên sivîl û komînên gundewarê rojhilatê Reqayê beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê rêveber ê meclisên gundewarê rojhilat Ibrahîm El-Ebas axivî û got: "Îro piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê, em li pêşberî şerekî din in ji hêla dewletên cîran bi taybet dewkleta Tirk a ku şaneyên xwe ji bo hejandina ewlehiya herêmê dilivîne."

El-Ebas diyar kir ku gelê herêmê ji şehîdên xwe re wefedar in û bi yekrêzî li hember wan komployan disekinin. El-Ebas teqez kir ku têkoşer Ezîz Ereb sembola yekbûna gelên herêmê ye û ji bo azadiya gelan canê xwe feda kiriye.

Paşê endama rêveber a Rêveberiya Jin a gundewarê rojhilat Alîsar Xelef behsa kurtejiyana têkoşer Ezîz Ereb kir û diyar kir ku ew bûye sembola  şehîdên biratiya gelan û jiyana hevpar.

Alîsar teqez kir ku bi saya Ezîz Ereb û hevalên din azadî, wekhevî û hêviyên wan bi riya bicihanîna projeya Neteweya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatyê Sûriyê pêk hatin û DAIŞ`ê têk çû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din