Şehîd Ezîz Ereb li Tirbespiyê hat bi bîranîn

Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê têkoşer Ezîz Ereb bi merasîmekê bi bîr anîn.

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê û navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê merasîmê biranîna têkoşer Ezîz Ereb ku yekemîn şehîd ê Ereb e di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de şehîd bûye li dar xistin. Merasîm li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a li Tirbespiyê bi amadebûna bi dehan kesî hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Rêvebera Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Nûr El-Wegai û rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Ezîz Ereb bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya netewa demokratîk bandor bû û bi armanca rizgarkirina herêmê ji pergalên desthilatdar tevlî refên tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Her wiha hate gotin ku, şehadeta Ezîz Ereb destpêka belavbûna nirxên jiyana hevbeş a di navbera hemû gelan de.

Paşê, helbestên şoreşger hatin xwendin û ji aliyê Koma Emel a navenda çand û hunerê ya Til Hemîsê şanoyek bi navê "Cenazeyê li cadeyê" pêşkêş kir.

Di dawiya merasîmê de senefîzoeke li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb hate nîşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din