Şehîd Herekol Girkê Legê li Tirbespiyê hate oxirkirin

Di merasîma cenaze ya şehîd Herekol Girkê Legê de, şêniyên navçeya Tirpesipyê bi hemû pêkhateyên xwe soza şopandina rêya berxwedan û parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, da.

Merasîma oxirkirina şehîd Herekol Girkê Legê (Zeyd Zekeriya Abas) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê ku girêdayî navçeyê ye, bi beşdariya hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê li dar ket.

Şehîd Herekol Girkê Legê di pêngava paqijkirinê ya li dijî şaneyên veşartî ku girêdayî çeteyên DAIŞ`ê yên li Dêrazorê ne, şehîd bûbû.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê YPG`ê ve toreneke leşkerî hate lidarxistin. Piştî torena leşkerî fermandarê YPG`ê Cemal Kovan axivî û tekez kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê heta îro berdêlên giranbuha dane û wiha got: "Bi saya qurbaniyên wan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramî û ewlehiyê de ye."

Yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm destnîşan kir ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwîna pêkhateyên herêmê telihev bûye û wiha pê de çû: "Bi saya berdêlên giranbuha me civaka azad û demokratîk û hevgirtî ku dê destkeftiyên şehîdan biparêze, ava kir."  

Apê şehîd Herekol Girkê Legê Fesal El-Hisên di merasîma oxirkirinê de soza xwe heta rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê, çeteyên wê û Cebhet El-Nusrayê nû kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Herekol Girkê Legê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd Herekol li Goristana Şehîd Dilşêr hate oxirkirin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din