Şehîdê HRE‘yê Heqî Qerar bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrîn Hesen Îso (Heqî Qerar) yê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bûbû, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê hate veşartin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Hesen Îso (Heqî Qerar) yê di 9‘ê Tebaxê de li gundê Merenaz ê navçeya Şera ya kantona Efrînê di çalakiya li dijî hêzên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê şehîd bûbû îro bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê hate veşartin.

Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê  cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso û endamê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Ehmed Silêman axivîn.

Kesên axivîn seraxî ji malbata şehîd û gelê Efrînê re xwestin û rola şehîdan a avakirina civakeke demokratîk destnîşan kirin.

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din