Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel li Tebqayê hate veşartin

Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Zewada (Feysel Tebqa)  bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê ji oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Zewada (Feysel Tebqa) ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, li pêşiya nexweşxaneya Wetenî kom bûn. Girse piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Muhened El-Ehmed helbest li ser hevalê xwe yên şehîd xwendin.

Paşê, Hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Ehmed Silêman û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û dilsoziya bi şehîndan re hate nûkirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên keda şehîdan e.

Nasnameya şehîd Feysel ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yasmîn El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Feysel di nav dirûşme û tilîleyên dayikan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din