Şehîdê ji Derayê  li Hesekê hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Amir Teysîr Eba Zîd, ku ji şêniyên Dera ya girêdayî Sûriyê ye li goristana şehîd Dijwar ku li gundê Dawidiyê ye oxir kirin, her wiha girseya gel şehîdên meha Gulê jî bi bîr anîn.

Girseya gel cenazeya şehîd Amir Eba Zêd(Sipartakos)ji Meclisa Malbata Şehîdan wergirtin.

Şehîd Amir ku şervanê QSD`ê bû û ji parêzgeha Derayê ya girêdayî Sûriyê bû, li Dêrazorê beşdarî refên QSD`ê bû û di dema ku li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê bi erka xwe radibû şehîd bûbû.

Dema girse gihaşt goristanê deqak rêzgirtin hate sekinandin, paşê ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve torneke leşkerî hate lidarxistin. Piştî torena leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rewaa Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştî Rewaa, bi navê QSD`ê yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Ziyab Hesekê axivî û diyar kir ku serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Di heman demê de ser navê rêveberiya Kongreya Star a Şaxê bajarê Hesekê Helîma Ehmed bal kişand ser ku şehîdan ji bo parastina vê xaka ku hezkirin û wekhevî tê de peyda bibe xwe feda kirin.

Helîma di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo biratiya gelan şehîd Amir navê xwe di rûpelê dîrokê de zindî hişt".

Piştî bidawîkirina axaftinana nasname ji aliyê endama Meclisa Malbatê Şehîda Rojda Ehmed ve hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.

Di heman demê de, 54 şehîdên ku di demên cuda û deverên cuda, di meha Gulanê de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Di dawiya merasîmê de şehîd Amir di nava sloganên"Şehîd namirin, bijî berxwedan" hate oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din