Şehîd Îmad Seîd li Serêkaniyê hat oxirkirin

Di merasîma oxirkirina şehîd Îmad Seîd de şêniyên Serêkaniyê û hevrêyên şehîd Îmad Seîd soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanc û hêviyên wan da.

Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê şehîd Îmad Seîd oxir kir.

Bi sedan şêniyên bajêr, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, şervanên YPJ, YPG`ê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Erka Xweparastinê li pêşiya nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê, da ku cenazeyê şehîd wergirin, kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyê şehîd, karwanê oxirkirinê di nava sloganên "Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve çûn.

Li şehîdgehê merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê hate lidarxistin, dest pêkir.

Piştî rêzgirtinê axaftin ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Beyar Emîn û yek ji rêveberên Buroya Têkiliyên Giştî ya Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm ve hatin kirin. Axêveran şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Her wiha axêveran bal kişand ser berdêlên ku şehîdan ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftinê dane. Di dawiyê de soza pêkanîna armanc û hêviyên şehîdan hate dayîn.

Piştî bidawîkirina axaftinan, wesîqeta şehîd Îmad Seîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de şervanên Erka Xweparastinê û YPG`ê di nava sloganan de, cenazeyê şehîd Îmad Seîd li goristanê spart axê.

Şehîd Îmad Seîd di 8`ê meha Gulanê de, dema ku li Dêrazorê bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din