Şehîdê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Osman hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Xelef Osman bi merasîmekê girêseyî li Goristana Şehîdan hate veşartin.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Xelef Osman ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bibû, bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîdan a Minbicê hate veşartin.

Şêniyan cenaze ji ber nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeya rêzgirtin û merasîma leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate lidarxistin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervanê Derwîş axivî, îşaret bi nirxê şehadetê kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar û gundewarê Minbicê Îbrahîm El-Xilêf jî got: "Bi saya şehîdan em di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Şehîdan dîrok nivisandin û di oxira parastina welatê xwe de giyanê xwe dane. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin."

Di berdewama merasîmê de, berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Rîm Derwîş jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta têkoşînê û parastina welat da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Şêxo nasnameya şehîda xwend û radestî malbatê kir.

Şervanan cenazeyê hevalê xwe yê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din