Şehîd Mihemed Cefal li Hesekê hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Mihemad Cefal îro li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate oxirkirin.

Şehîd Mihemed Emîn Cefal (Basil Hesekê) ji ber krîza dil li bajarê Hesekê di 19`ê Gulanê de şehîd bûbû. Malbata şehîd û hevreyên wî, cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve pêk hat. Piştî toranê, wesîqeta şehîd Basil Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hate oxirkirin.

ANHA


Mijarên Din