Şehîd Mihemed El-Sibahî li Qamişlo hat oxirkirin

Bi hezaram şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed Xalid El-Sibahî yê ji pêkhateya Ereb û birayê fermendara QSD`ê Lîlwa Abdullah li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.

Bi hezaram şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed Xalid El-Sibahî yê ji pêkhateya Ereb û birayê fermendara QSD`ê Lîlwa Abdullah li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo oxir kirin. Şênî ji bo wergirtina cenazeyê şehîd Mihemed Xalid El-Sibahî li ber Meclisa Taxa El-Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn. Şehîd Mihemed di 6`ê Nîsanê de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Malbata şehîd, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, şervanê YPG’ê  û bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şehîd birin goristanê.

Li goristanê bi sedan şêniyên Qamişlo, şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li benda kerwana şehîd bûn.

Şervanên Hêzên Xweparastinê torenek leşkeri li dar xitin.

Piştre hevserokê Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hisên El-Elî  axivî û sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û got: "Şehîd rêberên me yên manewî ne."

El-Elî destnîşan kir ku bi saya fedekariyên şehîdan serkeftin pêk hat, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bû, QSD`ê herêm ji çeteyan rizgar kir, civakek azad li ser rêgeza aştî û biratiya gelan ava kir.

Yek ji fermendarên Hêzên Xweparastinê Feysel Qamişlo soza şopandina riya şehîdan heya pêkanîna hêviyên wan da. Feysel Qamişlo tekez ku ji bo parastina xaka ku bi saya keda şehîdan rizgar bûye dê erka xwe berdewam bikin û gel ji her êrîşekê ji derve û hundir biparêzin.

Her wiha hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û taybetmendiyên şehîd Mihemed Xalid El-Sibahî bi bîr xistin.

Piştî bidawîbûna axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Refîq Mihemed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe hilgirtin, di nav tilîliyên dayîkan  û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan de spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din