Şehîd Mizgîn li Kobanê hat bibîranîn

Tevgera Çand û Hunerê şehîd Gurbet Aydin (Mizgîn) ku di sala 1992`an de şehîd bûye, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi merasîmekê bi bîr anî.

Bi boneya salvegera 27`an a şehadeta şehîd Gurbet Aydin (Mizgîn) Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido merasîmek li dar xist.

Merasîma bîranîna şehîd Mizgîn bi tevlêbûna bi dehan welatiyên herêma Firatê li dar ket.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevizyonek li ser jiyana şehîd Mizgîn hat pêşkêşkirin.

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Girê Spî Zekiye Şêxî di merasîmê de axivî û got: "Di vê rojê de hevaleke hozan ku roleke girîng di hunera kurdî de dilîze, şehîd bûye. Ji ber wê ev rojeke watedar e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Silêman Silêman salvegera 26`an a şehadeta şehîd Mizgîn bi bîr anî û wiha got: "Gelek hevalên me ji bo ku rastî, maf û hestê gelê xwe bînin ser ziman, şehîd bûne. Yek ji wan şehîd Mizgîn e ku dijmin her dixwast wê bike hedef, lê Mizgîn bi vîna xwe her tim li ber xwe dida û mafê gelê xwe bi rêya stranan dianî ser ziman."

Paşê endamê Rêveberiya Kongreya Star Semîre Ehmed diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind e û got: "Şehîd Mizgîn bi hunera xwe ji bo gelê xwe can kir qurban. Şehîd mirovên herî pîroz in ku rihê xwe dikin xizmeta gelê xwe."

Merasîma bîranînê bi pêşkêşiya muzîkê bi dawî bû.

(şm-hk)

ANHA


Mijarên Din