Şehîdê QSD‘ê Emar bi merasîmekî girseyî hate oxirkirin

Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Emar Ehmed dema erka leşkerî ya li Reqayê de li Goristana Hikumiyê veşart.

Bi sedean şêniyên Reqayê li Goristana Hikumiyê ya bakurê bajarê Reqayê kom bûn, da ku beşdarî merasîma şehîd Emar Ehmed bibin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) ve dest pê kir. Dûvre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebûd Ewed û bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Arif Xetîb axivîn. Axêveran sersaxiya malabata şehîd xwest û îşaret bi rola şehîd a rizgarkirina herêmê û bidestxistina gel azadiya xwe, kir. Her wiha jî axaftvanan di heman demê de tekez kir ku gelên herêmê dê ji bo şehîdên xwe wefadar bin û parastina destkeftiyên bi xwîna wan biparêzin. Dê li hember gefên li ser xaka ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye, bisekinin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ji hêla rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Elî ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Hevrêyên şehîd, cenaze hilgirt û di nava tilîliyên dayikan de li Goristana şehîdan spart axê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din