‘Şehîd ronahî ne ku venamirin’

Endama rêveberiya herêma Qamişlo Delal Hisên di merasîma sersaxiyê de da zanîn ku şehîd ronahîne ku venamirin û wiha got: "Şehîdan rêgeza biratiya gelan pêk anî, şehîd ronahî ne ku rojên me ronî dikin, şehîd xwediyên îradeyê ne."

Îro bi sedan pêkhateyên Qamişlo, endamên meclisên tax û partiyên siyasî, malbatên şehîdan û şervanên YPG`ê berê xwe da konê şehîd Dilgeş Elî (Serhed Riha) endamê YPG` ku di 13`ê Nîsanê de li Baxozê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li taxa Enteriyê hatiye vedan.

Konê sersaxiyê yê şehîd Serhed Riha bi wêneyên şehîdan û alên Saziya Malbatên Şehîdan hate xemilandin. Li bin kon gelek axaftin hatin kirin, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa bajarê Qamişlo û Rêveberiya Herêma Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîd re xwest.

Li ser navê Rêveberiya Herêma Qamişlo Delal Hisên diyar kir ku şehîd ronahî ne ku venamirin û wiha got: "Şehîdan rêgeza biratiya gelan pêk anî, şehîd ronahiya ku rojên me ronî dikin, şehîd xwediyên îradeyê ne."

Tê payîn ku konê sersaxiyê îro di seatên êvarê de bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din