Şehîd Îsam… çirûskeke pêketî di rêya ragihandina azad de

Di şeva 20`ê Mijdarê de, Îsam hemû xetereyên wê şevê da ber çavê xwe û di bin bombebarana balafiran de çû gundê Teqil Beqil ê Dêrikê da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker bi kameraya xwe belge bike. Li wir dema komkujiya Dêrikê belge dikir, şehîd bû û di asîmanê azadiyê de bû stêrkek din.

Nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah mîna Dilîşan, Hogir, Rizgar û Seed tev li karwanê şehîdan bû ku di oxira ragihandina rastiyê û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de canê xwe feda kir.

Tiştek li pêşiya şehîd Îsam nebû bend. Di bin topbarana dijwar de, derket û dîmenên sûcê ku balafirên dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, ragihand. Lê ev li xweşiya kujeran neçû ku yekser ew kir hedef. Dewleta Tirk a dagirker kameraya rojnamegeran wek çeka di destê şervanan de dibîne.

Di 20`ê Cotmeha 1983`yan de şehîd Îsam Hesen Ebdullah li bajarokê Abre yê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ji dayik bû.

Malbata şehîd Îsam, di salên 1990`î de li bajarokê ma û di çandinî û xwedîkirina sewalan de debara xwe kir. Piştre sala 2009`an bar kir bajarokê Rimêlan û piştî wê sala 2015`an li Dêrikê bi cih bûn.

Di sala 1985`an de kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê serdana mala malbatê kir, malbat bi tevgerê dan naskirin. Malbat bi vî fikrî ve hat girêdan û deriyên xwe ji kadroyan re vekir.  

Dayika şehîd zarokên xwe li ser duristbûnê mezin kirin. Şehîd Îsam di nava ciwanan de bi xusletên xwe yên durist û aram ku bandorê li yên din dike, dihat naskirin.

BERIYA ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ

Şehîd Îsam ji biçûkahiya xwe ve, bi zimanê kurdî ve girêdayî bû, tevî xwişk û birayên xwe û komeke hevalên xwe fêrî zimên bû ku bi awayekî veşartî dihat fêmkirin.

Şehîd Îsam astên seretayî û amadehî di dibistana bajarokê Abre de xwend. Amadehî li Dibistana Corc Cemal a li navçeya Rimêlanê xwend. Piştî wê berê xwe da Şamê da ku xwendina xwe temam bike ku ji fakulteya wêjeyê beşa zimanê erebî ya Zanîngeha Şamê derçû û her wiha 3 sal di fakulteya parêzeriyê de jî xwend.

Tevî xwendinê, tev li gelek dewre û panelan dibû ku di mala siyasetmedar û wêjevan Osman Sebrî yê nemir de dihatin lidarxistin. Osman Sebrî mala xwe kiribû dibistana fêrkirina zimanê kurdî.

Şehîd Îsam erka neçariya leşkerî li cem hikumeta Şamê kiriye û sala 2011`an qedandiye. Piştre vedigere mala xwe û dest bi fêrkirinê kir.

Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di 2012`an de, destpêkê şehîd Îsam tev li Konfedrasyona Xwenekarên Kurd ên Nîştimanî bû û erka birêxistinkirin û parastina pirtûkxaneya navenda çandî ya bajarokê bi cih anî.

Piştî sala 2013`an dest bi rojnamegeriyê kir û ji bo rojnameya Ronahî nûçegihanî kir. Destpêkê tenê rojname li gund, bajarok û bajarên herêmê belav dikirin.

Şehîd Îsam bê westan di ragihandinê de û belgekirina doza gelê xwe de kar kir. Bi hezkirin, dîqet, pîşeyî, dilsozî û duristî karê xwe kir. Bi kameraya xwe bûyerên ku rû didan li gorî pîvanên rojnamegeriyê belge dikirin.

Li rex rojnamegeriyê, şehîd Îsam di aliyê çandî de jî kar û xebat dikir. Tev li şahiyên herêmê dibû, li dîroka qebîle û eşîrên herêmê digeriya û belge dikir.

PIRTÛKA TEMAMNEBÛYÎ

Axaftin, gotin û çîrokên kesên temenmezin bala wî dikişandin. Şehîd Îsam gotinên pêşiyan kom dikirin da ku piştre pirtûkekê amade bike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/05/193412_-.jpg

Têkildarî zarokatiya şehîd, dayika wî Fatme Ebdullah got: “Îsam cuda bû, her tim aram bû û bi min ve girêdayî bû. Her kesî jê hez dikir.”

Dayika Fatme diyar kir ku mêjiyê wî ji temenê wî mezintir bû, bi mezinan re mezin bû û bi biçûkan re biçûk bû û di xwendina xwe de her tim pileya yekemîn bi dest dixist.

Dayika Fatme bi bîr xist ku şehîd Îsam her tim dereng vedigeriya malê û digot “Ez venagerim heta karê xwe bi giştî diqedînim.”

Dayika Fatme got: “Ez pê serbilind im. Di rêya şeref û rûmetê de şehîd bû.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/05/193234_-.jpg

Bavê şehîd Îsam Hesen Ebdullah jî diyar kir ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Îsam cihê xwe li ser bendên parastina girt û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji min re got, dê bi hevalên xwe re tev li parastinê bibin li rex karê wî di navenda çandî de ku zêdetirî 9 hezar û 111 pirtûk tê de hebûn.”

Hesen Ebdullah wiha domand: “Li rex van xebatên wî, çû li cem rojnameya Ronahî kar kir. destpêkê rojname belav kir piştre bû nûçegihan û herî dawî derbasî Ajansa Hawarê bû.”

‘DI KAR DE WEFADAR BÛ’

Hesen Ebdullah destnîşan kir ku şehîd Îsam 111 rojan li deriyê sînor ê Sîmalkiyê ma da ku çalakiya radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê bişopîne û diyar kir ku Îsam ji karê xwe hez dikir, pê re dilsoz û wefadar bû.

Hesen Ebdullah anî ziman ku wî ji Îsam xwestiye ku bizewice lê wî hertim red kiriye ji ber girêdana xwe ya bi dozê.

Bavê şehîd îsam Hesen Ebdullah got ew bi kurê xwe serbilind e û dê rêya wî berdewam bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/05/193214_-.jpg

Xwişka wî Îlham Ebdullah wiha behsa xusletên şehîd Îsam kir: “Şehîd Îsam bi xusletên xwe yên aram, çalak û rûlken dihat naskirin. Me bi hev re xwend û her tim dixwest ê yekemîn be û binkeftin qebûl nedikir.”

Îlham wiha berdewam kir: “Em mîna hevalan bûn. Em bi hev re bi veşartî fêrî zimanê kurdî bûn. Ji xwendina pirtûkan hez dikir. Ji biçûkahiya xwe ve, hertim bûyer û nûçe dişopandin.”

Îlham bi bîr xist ku şehîd Îsam karmendê hikumeta Şamê bû lê tev li karmendên din ji kar hatin dûrxistin.

Her wiha destnîşan kir ku Îsam karmendên din teşwîq kirin ku tev li rêveberiyê û saziyên wê bibin û ji wan got ku li ser karê xwe baldar bin.

Îlham di dawiyê de got: “Dema Îsam tev li ajansê bû, ji min re wê demê got dê dostê kamera û pênûsa xwe be. Bi rastî jî wisa bû. Êdî me pir ew nedidît.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/05/193439_-.jpg

Xwişka şehîd Îsam Nesrîn Ebdullah got şehîd Îsam li taxa Rûkendîn a Şamê bi awayekî veşartî zimanê kurdî fêrî zarokên kurdan dikir.

‘NEPÊKAN E’ DI FERHENGA WÎ DE TUNE BÛ’

Nesrîn diyar kir ku Îsam rojnamegerî pejiran ji ber ku dixwest bi rêya kamera û pênûsa xwe rastiyê ji cîhanê re ragihîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Nepêkan, di ferhenga wî de tune bû. Çiqas şert û merc dijwar bûna jî, kar dikir. Zehmetî û astengî li kêfxweşiya wî diçûn. Wî ev qad pejirand ku fedakariyên gelê Kurd nîşan bide ku di oxira doza xwe de dike.”

Nesrîn behsa roja şehadeta şehîd Îsam kir û got: “Saet di 23:55`an de bû. Derket çû cihê bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Tarî bû, gundiyan çireyên telefonên xwe pê xistin da ku cihê bûyerê ronî bikin û sûcê ku dewleta Tirk pêk aniye ragihînin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/05/193306_-.jpg

Rênas Remo ku nûçegihanê ajansa me ye, sala 2015`an dema şehîd Îsam nûçegihanê Ronahî bû nas dike. Lê sala 2018`an de dostaniya wan xurttir dibe dema şehîd Îsam tev li ajansê dibe.

Der barê kesayeta şehîd Îsam de, Rênas Remo got: “Di nav hevalên xwe de hezkirî bû. Bi dilekî pak kar dike û hewl da ragihandina kurdî pêş bix.”

Remo wiha domand: “Şehîd Îsam di karê xwe de fedakar bû. Di şopandina çalakiyan de nimuneyek bû. Bi şev û roj kar dikir. Westan nizanî û li ku derê ba û bi kê re ba hertim kamera pê re bû."

Remo destnîşan kir ku şehîd Îsam dikarî ken li rûyê hemû hevalên xwe xêz bikira û got: “Me rojên xweş bi hev re derbas kirin.”

Di dawiyê de Remo destnîşan kir ku her carê mizginiya şehadeta hevalek xwe dibihîzin, soz didin ku kameraya hevalên xwe li erdê nehêlin û rêya eşkerekirina rastiya şoreşa li herêmê berdewam bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/05/193327_-.jpg

Edîtorê beşa erebî ya ajansa me Sîpan Silo jî got: “Ajansa me ajansa şehîdan e. Şehîdên bixîret mîna Dilîşan, Rizgar, Hogir, Seed û Îsam di oxira ragihandina rastiyê de şehîd bûn.”

Silo destnîşan kir ku şehîd Îsam bi karê xwe ve girêdayî bû, her tim dixwest xwe pêş bixe, bê westan kar dikir û jêdereke pêbawer a agahiyan li herêmê bû.

Silo diyar kir ku şehîd Îsam xwedî rihê hevaltî yê bilind bû û hertim cihê baweriyê bû, bi şehadeta xwe ji hemû rojnamevan û nûçegihanan re bû mînak û di dawiyê de got: “Em soz didin şehîdan xwe ku rêya eşkerekirina rastiyê berdewam bikin. Em dê têkoşîna wan berdewam bikin da ku rastiyê ragihînin, nirxên şoreşger biparêzin.”

Di 19`ê Mijdara 2022`yan de bi şev, dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li dijî şêniyên navçeya Dêrikê pêk anî, dema şênî kirin hedef ku berê xwe dabû cihê bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Teqil Beqil ê navçeyê da ku birîndaran xilas bikin. Di nava wan de nûçegihanê me Îsam Ebdullah hebû ku berê xwe dabû gund da ku rastiya hovîtiya dewleta Tirk eşkere bike.

Merasîma oxirkirina şehîd Îsam tevî 10 şehîdên din ên komkujiyê, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê di 21`ê Mijdara 2022`yan de hate lidarxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din