Şehîd Semîr Ayid hat oxirkirin

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Semîr Ayid El-Leyl bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê oxir kir.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Semîr Ayid El-Leyl ku 17`ê Tîrmehê li navçeya Til Koçer şehîd bû, li Goristana Şehîdan gundê Salihiyê yê rojavayê navenda navçeya Til Hemîsê oxir kir.

Cenazeyê şehîd ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hat wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve ket rê. Cenzeyê şehîd ji aliyê bi sedan şêniyên navçeyê, şervanên Erka Xweparastin û endamên saziyên navçeyê ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha toreneke leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastin Feysel Murad axivî û di şexsê şehîd Semîr de hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna armancên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku derbasî sala xwe ya 7`emîn bû, da.

Bi navê malbata şehîd Semîr apê wî Salih Sihil wiha axivî: "Şehîdên me sax in, tu carî namirin. Bi xwîna xwe axa welatê xwe av dan. Şehîd Semîr jî yek ji wan kesan e."

Di dawiyê de wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Paşê cenaze di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din