Şehîd Ubêyd hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê YPG’ê Yûnis Ubêyd ku bi sedema nexweşiyê şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Til Koçerê veşart.

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê li pêş Nexweşxaneya Şehîd Hogir a herêma Dêrikê kom bûn ku cenazeyê şervanê YPG’ê Yûnis Ubêyd bi nasnav Sîpan Hinwe yê ku di 5’ê vê mehê de bi sedema nexweşiyê şehîd bûbû, wergire.

Girseya şêniyan berê xwe da Goristana Şehîdan a Til Koçerê. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla şervanên YPG’ê ve dest pê kir. Dûre fermandarê YPG’ê Rohat Ciwan axivî û sersaxî da malbata şehîd û hemû şehîdên şoreşê.

Ciwan wiha axivî: "Divê di her merheleyekê de bê zanîn ku cudatiyeke mezin di navbera neteweyek bi avakirina serkeftinan û neteweyek jî bi serkeftinên ku mezinên wan kirine, mijûl in.”

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê kar û barên Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Îdan Xelef rola şehîdan di pêkanîna demokratîk û metoda biratiya gelên li Sûriyê de tekez kir.

Piştre wesîqeya şehîd Yûnis Ubêyd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din