Şehîd Xalid El-Hac li Dêrazorê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarokê Ebû Xeşeb li bejahiya Dêrazorê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Xalid El-Hac li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir kir.

Bi sedan şêniyên bajarokê Ebû Xeşeb û gundên wê, cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê şehîd Xalid El-Hac li daketina gundê El-Mikman pêşwazî kir. Paşê bi karwanekî girseyî ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ve bi rê ketin. Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Erka Xweparastinê Dilşêr axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Xalid re xwest. Fermandar Dilşêr soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna jiyana azad ji gelan re da.

Her wiha yek ji endamên Mala Jinan a bajarokê Kesra Hiyam Ehmed axivî û got şehîd tîrêjên ronahiyê ne ku rêya azadiyê ronî dikin.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan yek ji endamên meclisê Beşar Şemis El-Dîn, Meclisa Sivîl a Dêrazorê yek ji endamên Komîteya Têkiliyan Remedan Elêwî û bi navê Meclisa Ebû El-Xeşeb ji aliyê hevserok Casim Tafiş ve axaftin hatin kirin.

Axaftvanan soza berxwedan û parastina dertkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, da. Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefaa Celal ve hat xwendin û radestî malbata şehîd kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd Xalid bi sloganên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hate oxirkirin.

Şervanê Erka Xweparastina şehîd Xalid El-Hac di 5`ê Nîsanê de, dema ku bi erka xwe radibû, şehîd bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din