Şehîd Xalid Kotî di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hat bibîranîn

Li Girê Spî endamê Meclîsa giştî yê PYD’ê Şehîd Xalid Kotî, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasimek girseyî hat bibîranîn.

Li Girê Spî endamê PYD’ê Şehîd Xalid Kotî, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasimek girseyî hat bibîranîn. Bi dehan şêniyên Girê Spî, endam û rêveberên PYD’ê beşdarî merasimê bûn.

Merasim li Goristana Şehîd Mehmûd Teimê hat lidarxistin. Şehîd Kotî endamê Meclîsa Giştî yê partiyê bû.

Bi dehan şênî, endamên saziyên Girê Spî, endam û rêveberên PYD’ê, Hevserokê Partiyê Şahoz Hesen beşdarî merasimê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Şahoz Hesen axivî, şehîd Xalid û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

Şahoz Hesen got :"Armanca têkoşîna me jiyana azad û rûmete. Ku her kesayetek bikaribe xwe di sistema demokratîk de bibîne û biparêze.”

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê PYD’ê yê Girê Spî Îsmayî Qewas got: “Şehîd Xalid di nava partiyê de sembolek û xwediyê rola diyarker bû. Rolek giring di belavkirin û pêkanîna metoda biratiya gelan û jiyana hevbeş de lîst."

Birayê şehîd Xalid, Mihemed Arêf şêniyên beşdarî merasîmê bûme, silav kir ku û got: “Hebûna we li vir wateya şopandina rêya şehîdan in heta serkeftinê.”

Di dawiya merasîma bîranînê de, Navenda Çand û Hunerê ya kantona Girê Spî tabloyek hunerî ji wêneyê şehîd Xalid, pêşkêşî malbatê kir.

Xalid Kotî endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê bû. Di 1’Gulanê de bi mayîneke ji bermahiyên çeteyan ku li gundewarê navçeya Eyn Îsayê ya Girê Spî, şehîd bûbû.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din