Şehîdê YPG‘ê Fesîh bi merasîmekê li Hesekê hat veşartin

Şêniyên bajarê Hesekê şervanê YPG‘ê Fesîh Beşar Osman bi nasnav Koçer Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kir. Di merasîmê de nasnameya şehîdekî din hat eşkerekirin.

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîdê YPG`ê Fesîh Beşar Osman bi nasnav Koçer Hesekê ê ji ber avahiya Meclisa Malbatên şehîdan wergirt û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre axaftin bi navên Meclisa Malbatên şehîdan a Kantona Hesekê Rewia Hisên û YPG`ê Şiyar Delîl hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kirin ku bi saya berxwedan û fedekariyên şehîdan herêm ewle bû. Axaftvanan soza berdewamkirina têkoşîn û parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şehîdê QSD‘ê Munîr Fayiz Umer bi nasnav Ebû Ereb eşkere kir. Ebû Ereb li herêma Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bûye..

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Fesîh Osman di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din