Şehîdê YPG'ê Serdar li Dêrikê hate veşartin

Bi merasîmekî girseyî cenazeyê şervanê YPG'ê Remezan Kazimyan (Fîras Serdar) ê ku 20'yê Hezîranê ji ber nexweşiyê şehîdekî bibû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

Bi sedan şêniyan cenazeyê şehîd Remezan Kazimyan (Fîras Serdar)  ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin bi kerwanekî ku ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê YPG'ê Mihyedîn Xêrkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Xêrkê destnîşan kir "Şehîd Fîras ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve mîna gelek ciwanên Kurdistanê cihê xwe di nava YPG'ê de girt, da ku xewna gelê Kurd û hemû gelên herêmê di azadiyê û mafên rewa de bi cih bîne. Şehîd Fîras beşdarî gelek pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ û dagirkeriya Tirk bû û mohra xwe li vî şoreşê da, herî dawî di encama nexweşiyekê de şehîd bû."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Sîpan di kesayeta şehîd Fîras de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û soza mezinkirina têkoşînê ta bi dawîkirina dagirkiriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya Kurdistanê da.

Piştî axaftinan nasnemaya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Malbatê anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.

Hevlên şehîd Fîras cenaze hilgirtin ser milê xwe, di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din