Şehîd Zîlan li Dirbêsiyê hat bibîranîn

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê û şêniyên navçeyê, tekoşer Zîlan bibîr anîn. Şêniyan tekez kirin ku tekoşer Zîlan mînaka jina azad e û nûnertiya îradeya jina Kurd dike.

Îro salvegera 24`an a şahadeta tekoşer Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku di sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dijî dagirkeriya Tirkiyê pêk anî.

Di merasîma bîranînê  ku ji aliyê Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê li navenda Çand û Hunerê hate lidar xistin, bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama rêveberiya Mala Jin Evîn Îsa nameya tekoşer Zîlan xwend.

Paşê endama rêveberiya TEV-DEM`ê Zeyneb Hebeş axivî û got: "Dîroka gelê Kurd bi serkeftin û lehengiyê tijî ye. Her meh û roj ji bo me bi wate ye. Divê mehê de jî tekoşer Zîlan yekemîn çalakiya fedayî dijî dijmin li Dêrsimê pêk anî."

Zeyneb diyar kir ku çalakiya fedayî ya tekoşer Zeyneb pêk anî, îro gihaşt Kobanê ji Arîn Mîrkan û Berxwedana Serdemê Evesta Xabûr, ew hemû redkirina radestkirina ji dijmin re û nehêlin bikevin axa wan.

Her wiha Zeyneb tekez kir ku tekoşer Zîlan mînaka jina azad e, niha jî bû sembola ku nûnertiya kesayeta jina Kurd û hêz û îradeyê dike û soza dewamkirina rêyan şehîdan dan.

Bîranîn bi dirûşmeyên azadiya Ocalan û silavkirina şehîdan bidawî bû.

ANHA


Mijarên Din