Şehîd Zîlan li Hesek hat bibîranîn

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê têkoşer şehîd Zîlan bi merasîmekê  bi bîr anîn. li hola Selam bi bîr anî.

Meclisa bajarê Hesekê, bi merasimekê têkoşer Zilan bi bîr anîn. Merasim li Hola Selam hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê beşdarî merasimê bûn. Di holê de pankarta ku gotina têkoşer Zîlan a “Ez dixwazin xwe weke bombeyekê biteqînim da ku hêrsa xwe derxînin û veguhêrim sembola vejandina jina azad” hat daliqandin.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtin destpê kir. Piştre nameya şehîd Zîlan a ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandibû, hate xwendin.

Piştî wê endama Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Ismaîl axivî û tekez kir ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fîdayî li a dijî artêşa Tirk di sala 1996`an de, isbat kir ku ew ji tevahiya jinên berxwedêr re mînaka hêz, vîn û fikrê azad e.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û berxwedana jinê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din