Şehîda YPJ‘ê Emgîhan Cûdî bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ‘ê Xemê Pusat (Emgîhan Cûdî) a 19‘ê Tebaxê bi krîza dil şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrik, Koçerat, Berav û navçeya Gikê Legê cenazeyê şervana YPJ‘ê Xemê Pusat (Emgîhan Cûdî) a bi krîza dil li Kobanê şehîd bûbû ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyê şehîd Emgîhan hatibû xemildanin ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê, deqeyeke rêzgirtinê û merasîma leşkerî ya ji hêla YPG û YPJ’ê ve dest pê kir. piştre bi navê fermandariya YPJ’ê ya Dêrikê Kurdistan Xêrkê axivî, sersaxiya malbata şehîd û tevahî şehîdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest. Kurdistan got, Şehîd Emkîhan hemû jiyana xwe di nav refên tekoşîna azadiyê de derbas kir, nirx û mîraseyên mirovahiyê parast û ji bo pêşxistina civakê têkoşîneke bêhempa da meşandin.

Kurdistan Dêrik di dawiya axaftina xwe de bang parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û bilindkirina asta têkoşînê kir.

Ji aliyê xwe ve jî hevrêya şehîd Emgîhan, Zeyneb Şîtka axivî û anî ziman ku şehîd Emgîhan karê xwe bi rêk û pêk bi cih di anî, di tevahî qadan de xebitî û li hemû bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar da meşandin.
Zeyneb wiha domand: "Şehîd Emgîhan nimûneya jina azad a ku bi rihê fedayî li dijî zihniyeta mêrdestiyê xebitiye. Di hemû erkên xwe de li pêş bû."

Li aliyekî dîtir jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arif Balî wiha got: "Em bejna xwe li hember qehremantiya şehîdên ku êdî bûne rohniya nifşan ditewînin. Şehîd Emgîhan nûnertiya jina azad dike û nimûneya têkoşînê di xebata xwe de bû. Jiyana xwe kir oxira xizemta gelê xwe."

Birayê şehîd Emgîhan bi rêya Telefonê ji Bakurê Kurdistanê axivî û got ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind e.
Li ser wesyeta şehîd qeyda deng ê şehîd Emgîhan hate gudarkirin. Piştre tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin avêtin.

Wesîqeya şehadeta ya şehîd Emgîhan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Piştî xwendina wesîqeya şehadetê hevrêyên şehîd cenaze spart axê.

(fr)
ANHA


Mijarên Din