‘Şehîdan ji me re mîrasek fikrî hiştin, lewra divê em erka xwe bicih bînin’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tekez kirin ku bi saya fedekariyên şehîdan herêm gihaştiye vê pêvajoyê û gotin: "Şehîdan ji me re mîrasek fikrî ku gel bi rêve dibe hişt. Lewra divê em erka xwe bicih bînin.”

Ji destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi hezaran şervan gihaştin asta şehadetê û ji bo xilaskirin civakê ji zulmê û ronîkirina rêya wan, canê xwe feda kirin. Li gorî daxuyaniyên QSD’ê, ji bo rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ’ê zêdetirî 11 hezar şervanên wan şehîd bûne. Ji aliyekî din ve YPG`ê ji bo parastina Efrîn û Şehbayê bi hezaran şehîd dan.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi rêya ajansa me wefedariyên xwe ji şehîdan re rave kirin û soza şopandina rêya wan dan.

Şêniyê bi navê Welat Mimu got: "Şehîd û girêdana bi wan ve rastiyek e. Wan cihek pir giring di dilê gelê xwe de hêlane. Ji ber wan ji bo gel canê xwe feda kirin. Şehîd ji cîhanê re hebûna gelên têkoşer û berxwedêr isbat dikin."

Meimu destnîşan kir, civaka ku tê de rêgezên şehadetê tune bin pir hêsan tê paşguhkirin û wiha domand: "Ji ber wê em xeta şehîdan ji jiyana xwe re esas digirin. Eger em bixwazin heqê şehîdan bidinê divê em rêya têkoşîna wan bişopînin."

‘Erka me ew e ku em rêya şehîdan temam bikin’

Şêniya bi navê Helîme Ereb got: "Bi saya fedekariyên şehîdan herêm gihaştiye asta têkoşîn û serkeftinê. Ne ji wan bûya me hebûna xwe ji bingehê ve nas nedikir, ew nûnertiya fikir û iradeya me dikin."

Helîma diyar kir ku girêdana rast û avakirina yekîtiyê ji wan tê xwestin da ku heqê şehidan bidinê.

Şêniya bi navê Fatme Xelîk jî got: “Rol û erk dikeve ser milê me ew e ku em berpirsyariya parastina doza ku şehîdan destpê kiriye, temam bikin. Em piştgiriya malbatên şehîdan dikin û destekê ji wan re pêşkêş dikin."

Di dawiyê de Fatme got: "Em ê heya bidawîkirina zulmê, pêkhatina edalet û wekheviyê şopdarên şehîdan bin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din