`Şehîdan rêya gelan ronî kirin’

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê, endam û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Beşar El-Musa xwestin. Her wiha teqez kirin ku xwîna şehîdan rêyên gelan ber bi azadiyê ve ronî dikin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Beşar El-Musa(Berxwedan Tolhildan) şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk  kirin. şehîd Beşar El-Musa di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bajarê Til Temirê û gundewarê wê di 29`ê Sibata 2020`an de şehîd bûbûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Beşar El-Musa li navçeya Til Birakê li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeyê vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Beşar û şehîdên azadiyê hate xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin; fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Ehmed El-Deran, hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Yasîn El-Elî, Cîgirê Meclisa Navçeya Til Birakê Mihemed El-Elî  û Kongreya Star Henen Selman.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hevgirtina xwe bi hev re rave kirin. her wiha bal kişandin ser ku şehîdan bi xwîna xwe rêya li hember mirovahiyê ronî kirin.

Merasîma sersaxiyê heya saetên ber êvarê wê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din