Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Helebê hatin bîranîn

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê yên di girtîgeha rejîma Tirk de hatin bibîranîn.

Sala 1982'yan de ji damezrînerên Tevgera Azadiya Kurdistanê (Kemal Pîr, Elî Çîçek, Mihemed Xeyrî Durmûş û Akif Yilmaz) berxwedaneke mezin li girîgeha faşîzma dewleta Tirk Amedê raber kirin û li dijî polîtîkeyên Tirkiyê rojiya mirinê dan destpêkirin.

Ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi koordîneya Akademiya Civaka Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) senevîzyoneke li taxa Şêxmeqsûdê pêşandan.

Destpêkê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê rêveber ê Buroya Perwerdeyê ya PYD'ê ya Helebê Elî Mustefa axivî û got: "Dîroka me bi rojên mîna 14'ê Tîrmehê û rojên dîrokî tijî ye. Ji ber meşeleya berxwedanê ya gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê heta roja me ya îro didome. Berxwedana girtîgehan jî bûye bingeha têkoşîna rizgariyê."

Mustefa diyar kir ku berxwedana şehîdên 14'ê Tîrmehê ya 1982'yan de çirûska yekemîn a şoreşê li gelemperiya Kurdistanê di nav de şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ku hîna berdewam e pêxist.

Piştre belgefîlmeke qederê 2 saetan li ser rêbazên îşkencekirina girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, vîna girtiyan û berxwedana wan a li hemberî zilmê hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din