NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê şer rû dide

Şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê li Şamê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên ku li paytexta Sûriyê Şamê dijîn, Berxwedana 14`ê Tîrmehê di salvegera xwe ya 37`an de bi bîr anî.

Bi sedan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê bi merasîmekê salvegera 37`an a Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anî.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn, her wiha îşaret bi rêya têkoşînê ya şehîdên berxwedanê û rewşên ku tê re derbas bûne, her wiha îşkenceyên ku di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de û berxwedana li beramberî wê hat kirin.

Her wiha di axaftinê de wesîyeta şehîd Xeyrî Durmuş ku li ser gora wî binivîsin "Deyndarê welatê xwe ye" hat gotin.

Di axaftinê de soza bi şehîdan re û di serî de şehîdên 14`ê Tîrmehê û wefedariya bi wan re hat dayîn û hat tekezkirin ku ew ê heta serkeftinê û heta rizgarkirina tevahiya gelan, bidestxistina mafên gelê Kurd û tevahî gelên bindest tê bikoşin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din