Şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hatin bîranîn

12 şehîdên YPG, Hêzên Asayîşê û sivîl ên di êrîşa bombeyî ya li Seken Şehbabî ya Helebê şehîd bûne di salvegera 4‘emîn a şehadeta xwe de bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ve li qada şehîdan li cihê ku lê şehîd bûne hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên taxê, di nav de malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn. Şêniyan li ber wêneyên wan find vêxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl şehîd bi bîr anî û got: "Şêniyên taxê li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên teslîm nebûn, rexmî êrîşên dijwar qebûl nekirin ji taxê derkevin û heta rizgarkirinê li ber xwe dan. Berxwedana şêniyan û şervanan çete bêçare kirin, lew re çeteyan teqîn û êrîşên xwekujî pêk anîn."

Şehîdên YPG‘ê yên di di êrîşa bombeyê  ya li Seken Şebabî de şehîd bûne ev in" Nûr Midewir, Mihemed Bekir (Pilind Kobanê), Mustefa Hesen (Çekdar), Mihemed Şêxo û Qendîl Amanos. Şehîdên Asayîşê Ehmed Hemdûş û Fûad Beyrem. Sivîlê ku banga seferberiyê pêk anîn Elî Hemdan, Silêman Yûsif, Ehmed Mihemed Mustefa û Mihemed Heysem û sivîlek din nasnameya wê nehat naskirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA

 


Mijarên Din