Şehîdên Buroya Têkiliyên Leşkerî ya Reqayê hatin bi bîranîn

Şehîdên Buroya Têkiliyên Leşkerî ya bajarê Reqayê di çilrojiya şehadeta xwe de, bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Endamên Buroya Têkiliyên Leşkerî ya bajarê Reqayê Umer Muslim (Ebû Nîhal), Salih El-Deham, Hisên El-Derkal û Muzhir El-Esaf ên ku di êrîşeke hovane ya çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bibûn, di çilrojiya şehadeta xwe de hatin bi bîranîn.

Biranîn li bajarokê Cidêdat hat lidarxistin. Di nav de rûspiyên herêmê û şervanên QSD‘ê bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre ji fermandarên QSD‘ê Kendal Reqa sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan dûbare kirin.

Kendal Reqa her wiha got: "Soza ku em bi şêniyên Kobanê, Reqa û Dêrazorê dabû me bi cih anî û me ew ji çeteyan rizgar kirin. Dîsa em doz didin xelkê xwe yên Efrîna berxwedêr û warê zeytûnan ku em ê têkoşînê xwe dewam bikin û Efrîn ji dagirkeran rizgar bikin."

Berdevkê Fermî yê Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hec Îsa sersaxî ji malbatên şehîdên Buroya Têkiliyên Leşkerî û sivîlên ku di êrîşan du roj berê ya li Babê Reqayê şehîd bibûn xwest û soz da ku ew têkoşîna avakirina civakeke exlaq û polîtîk bi domînin û xwedî li nirxên şehîdan derkevin.

Bi navê Melcisa Malbatên Şehîdan a Keramayê Îbtîsam El-Ehmed sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û êrîşan hovane ya li beriya du rojan li bajarê Reqayê li dijî sîvîlan pêk hatibû şermezar kir.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din