Şehîdên komkujiya Parîsê li Şamê hatin bi bîranîn

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê têkoşer Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi bîranîn.

ŞAM

Bi wesîleya salvegera 6‘an a şehadeta têkoşer Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan ku li Parîsê ji aliyê MÎT ve hatibûn qetilkirin li taxa Zorava ya civînek hate lidarxistin.

Di civînê de rêvebera TEV-DEM‘ê Çîçek Elî axivî û şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û got: "Komkujiya Parîsê berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Çîçek di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiya civînê de belgefîlmeke li ser têkoşîna hersê jinan hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din