Şehîdên komkujiya Pirsûsê li Kobanê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi meşeke mişeleyî û merasîmekê şehîdên komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşeke meşeleyan 33 xwendekearên ku li navçeya Pirsûsê 4 sal berê di êrîşa DAIŞ'ê de hatin qetilkirinku bibîr anîn.

Meşvanan wêneyên xwendekarên zanîngehên ên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin û mişle hildan û ji pêşiya nexweşxaneya Kobanê  ber bi du parkên bi navê şehîdên Komkujiya Pirsûsê hatiye lêkirin, meşiyan

Di kombûna li ser tepê nêzî sînorê Tirkiyê, pankarteke mezin ên wêneyên hemû xwendekarên zanîngehan hate danîn û derdora wêneyan mişle hatin danîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman di merasîma bîranînê de axivî û îşaret bi qirêjiya hikumeta Tirkiyê der heqê gelê Kurd de kir û wiha got:"Xwendekarên ku plan dikirin di çalakiya jinûva avakirina Kobanê de cihê xwe bigirin hatin hedefgirtin, ma ew xwendekar çek li rûyê hikumeta Tirkiyê de rakirbû, an terorîst bûn?. Lê li hemberî xwendekaran zulm hatin meşandin.. Ev rastiya hikumeta Tirkiyê ya dîktetor e, wan bi teqîneke xwekuj de ew xwendekar kirin hedefa xwe, lê em ê xeta şoreşa gelan bidomînin ta şoreşê bighînin aramiyê."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din