Şehîdên komkujiya Til Rifetê têne oxirkirin

Di van kêliyan de bi hezaran şêniyên Şehba û Efrînê cenazeyên şehîdên komkujiya Til Rifet, oxir dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2`ê Kanûnê de li dijî şêniyên Efrînê ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne û li Şehbayê hatine bicihkirin, komkujiyek pêk anî. Di encama wê de 8 zarok şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

Îro bi hezaran şêniyên kantona Şehba û Efrînê li navçeya Fafînê kom bûne da ku şehîdên komkujiyê oxir bikin. Di van kêliyan de merasîm têne lidarxistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din